Fatih Gazioğlu
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
KONYA
Egrîgola ku dikeve navbera sînorê Konya û Antalyayê ya li binê Çiyayên Geyikê bi siruşt û şinahiyê xwe ya delal bala wênekêşan dikşîne.
Gol li zozana Taşeliyê ye û ji behrê nêzî 2 hezar û 200 mêtro bilind e. Havînan gelek zozanî tên vê derê û hin kes jî bona girtina masiyan û ji xwe re kampê bikin vê derê ziyaret dikin.
Hasan Sayinê wênekêş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo kişandina wêneyan ji Konyayê hatine vê derê. Sayin got ku zivistanê ji ber barîna berfê rêyên Egrîgolê dereng tên vekirin û wiha axivî:
"Em bi 13 hevalên ku xelkên navçeyên Seydîşehir, Bozkir û Taşkentê hatin vê derê. Em bi wesayîtê heta ciyekî hatin û ji wir em meşiyan. Bi piya em nêzî 8 kîlometreyî meşiyan û gihiştin Egrîgolê. Ev der cihekî gelekî xweş e. Li vê derê celeb celeb kulîlk vedibin, lale û simbîl çêdibin. Meriv li Egrîgolê dikare sporê jî bike. Ziyaretvanên tên vê derê dikarin bisqilêtê biajon, kesên dixwazin dikarin wêneyan bikşînin an jî ji xwe re kampê bikin. Dîsa li vê derê îmkanên kaşûn û spora trekkîngê jî hene. Divê hemû kes van xweşikiyên vê derê bibînin."
Ji ziyaretvanan Mustafa Unal jî got ku ew her sal tên vê derê û nêzî 200 kîlometre dûr ve wêneyên herêmê dikşînin. Unal got ku divê herêmê her daîm biparêzin.