Türkan Tosun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
HAKKARÎ
Qaymeqamê Yuksekovayê û Wekîlê Şaredar Mahmut Kaşikçi çû li qada ji bo mexdurên terorê avahiyên TOKIyê tê çêkirin û şantiyeyê geriya.
Kaşikçi û heyeta bi wî re çûn şantiyeyên înşaetê û daîreyeke ji bo mînakê hatiye çêkirin geriyan.
Kaşikçi got li navçeyê 3 hezar û 63 avahî, 76 kargeh, 2 mizgeft, 2 malên şînê û dibistan tên çêkirin û di meha gulan an jî hezîranê de wê bên temamkirin.

Qaymeqam Kaşikçi got avahiyên welatiyan ên ku xirab bûne çend mêtreqare bin avahiyeke bi heman metrekareyî wê bidin wan û wiha dewam kir: "Ji bo ku însanên me li vir rehet bijîn em vê xizmetê didin. Daîreyên me ne 70-80 mêtroqereyî ne. Ji 120 mêtrekareyan dest pê dike heta 180-200 mêtrokereyî jî hene.TOKI siteyeke taybet a ne ji bo kesên rewşa wan a aboriyê nebaş, ji bo kesên ku rewşa wan baş e li Yuksekovayê çêdike. Melzemeyên tên bikaranîn jî bi qalîte ne."