İbrahim Özcan
05 Îlon 2024•Rojanekirin: 08 Îlon 2024
Li Kilîsa ku li ser asta welêt cihekî giring ê çandina îsotên sor e, xebata çinîn û raxistinê destpê kir.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Kilisê Levent Kuçuk li gundê Hasanceliya girêdayî navçeya Musabeyliyê, serdana berhemkaran kir, xebatên çinîn û raxistinê şopand.
Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û anî ziman ku xebata çinîn û raxistina îsotan destpê kir.
Kuçuk destnîşan kir ku li Kilîsê li ser qadeke 53 hezar deqarî îsot tê çandin û got, "Ji sedî 60ê îsota ku tê bi dest xistin dibe salçe, ji sedî 40 jî ji bo baharat û kortikê (dolme) tê hişkkirin."
Kuçuk anî ziman ku Kilîs di asta berhemanînê îsota hişk û baharatê da li ser asta Tirkiyeyê 3yemîn û di warê salçeya îsotan da jî 7emîn e û wiha pê da çû:
"Çandiniya îsotan ji bo parêzgeha me xwedî cihekî giring e. Gundê Hasanceli yê navçeya me ya Musabeyliyê di hilberîn û çêkirina îsota hûr da, gundê Polatbeyê yê navçeya me Polateliyê jî di hilberandin û çêkirina salçeya îsotê da, li pêş e. Li tenişt vê, navçeya me ya Elbeyliyê û Deşta Mercîdabiqê giringiyê didin çandina îsotê."
Cotkar Ertugrul Yabayê ku li qadeke 50 deqarî îsotan diçîne, diyar kir ku îsotên ku berhev dikin, hişk dikin û piştî ku li fabrîqeyên li gund tên kartêkirin û derdixin bazarê.