Önder Beyter
27 Nîsan 2020•Rojanekirin: 28 Nîsan 2020
Li Sêrtê yek ji ciyên sereke yên dîrokî û turîstîk Geliyê Botan ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ji bo ziyaretê hatiye girtin, bêdeng e.
Geliyê ku bûye mijara stranan û par wekî parqa neteweyî hat ragihandin, bi dîmena xwe ya rengbireng a wekî postkartan va her demsal sipehî ye.
Gelî ji Rasil Hecer (Kevirê Qul) ku li ser girekî qedera 350 metre bilind e, çêtir dixuyê û lewma jî temaşekirina gelî ji vê derê bêtir balê dikişîne.
Kevirê Qul ku yek ji ciyên sereke yên gelî ye û xwezahez her dem dixwazin derkevin ser, di çarçoveya di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da ji bo ziyaretê hat girtin û bêdeng bû.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Remzî Uslu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Geliyê Botan li Tirkiyeyê yek ji ciyên sereke yên ziyaretê ye.
Uslu da bibîrxistin ku gelî par bi navê "Parqa Neteweyî ya Geliyê Botan" ket nava parqên neteweyî û wiha dewam kir, "Gava Bendava Ilisuyê ku 4emîn mezintirîn bendava Tirkiyeyê ye tijî bibe, li vê derê hewzeyeke xweşik a avê dê çêbibe. Li vê hewzeyê çalakiyên wekî werzişên xwezayê, paraşûta palê dê derkevin pêş."
Mamosteyê muzîkê Mehmet Zakir Alp jî diyar kir ku Av û Geliyê Botan ciyekî newaze ye ku bûye mijara stranan jî û wiha dewam kir:
"Em di serdemekê da ne ku vîrusa koronayê rû daye. Înşelah welatê me dê ji vê şewbê xilas bibe û ev der dê bêtir bên nirxandin. Lewra Geliyê Botan li dinyayê yek ji wan ciyan e ku li bendê ye were keşfkirin. Demsala biharê Sêrt zehf xweş e, her der hêşînahî ye. Lewma jî em li bendê ne ku her kes were dîtina vê derê."