Önder Beyter
27 Nîsan 2020•Rojanekirin: 28 Nîsan 2020
Ciwanên endamên platformê ku kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin, alîkariya xurek birin malên 100 malbatên hewcedar ku pêş da hatibûn tesbîtkirin.
Berdevkê Platformê Ubeyd Kaplan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan bi minasebeta meha remezanê xwe bi 100 malbatên desteng ra gihand ku alîkariyên wan dê gav bi gav dewam bikin.
Malbatan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber alîkariyê anîn ziman û sipasiya endamên platformê û xwedanxêran kirin.