Türkan Tosun
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Li gundê Gokçeliyê ya ku li ser navenda Bîngolê ye piştî ku berf heliya guldexwîn vebûn û dîmenên xweş derketin holê.
Guldexwînên ber bi jêrê va 4 an 5 kulîlkan vedikin û li cihê bilind hêşîn dibin.
Ji ber ku şiklê wê wek ku stûyê xwe xwar kiriye xuya dike, li herêmê xemgîniyê sembolîze dike.
- "Heta niha nedihat zanîn ku li Bîngolê guldexwîn hene"
Serokê Konfederasyona Malbatê Şehîdan û Gundparêzên Anadoluyê Ziya Sozen ji nûçegihanê AAyê ra got ew bi xwe jî ji gundê Gokçeliyê ye lê cara ewil e ew guldexwînan dibîne.
Sozen got ew ji bo ziyaretekê hatiye gund û wiha axivî: "Ev der bi xweza, guldexwîn û hewaya xwe va cihekî bêhempa ye. Înşallah dema ev rojên zehmet derbas bûn bila welatiyên me werin van xweşikiyan bibînin û vê hewaya paqij bikşînin hundirê xwe."
Sozen anî ziman gundê Gokçeliyê cihekî pir xweş e û wiha dewam kir: "Heta niha nedihat zanîn ku li Bîngolê guldexwîn hene. Guldexwîn li daristanê li cihên kevir û xwezayî bi xwe hêşîn dibin. Çiqas derkevî jorê hejmara wan ewqas zêde dibe. Van guldexwînan xweşikiya gundê min zêde kiriye."