Pirhasan Doğan
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Bi pêşrewiya Rêveberiya Midaxeleya Afatê ya Heyva Sor a Tirkî û Nûnertiya Heyva Sor a Tirkî ya Kebanê, li dibistanên Kebana navçeya Elazîzê di warê afat û hişmendiya xweparastinê digel naskirina melzemeyên afatê û vedana konan perwerde dan xwendekaran.
Hat ragihandin ku li dibistanên Kebanê di warên navborî de perwerde sitandin.
Perwerdekar Mesut Kaman anî ziman ku ew bi mebesta çêkirina hişmendiya ji bo kêmkirina bandorên neyênî yên di serî de ji bo erdhejê û afatên ku li welêt tên dîtin perwerdeyê didin.