Hüseyin Yıldız
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Mija ku li Îdirê bi bandor bû bandoreke neyênî bi dû xwe de anî.
Li deşta Îdirê ku germahiya hewayê ket, piştî demên êvarê mij li her derî belav bû.
Mijê li navenda bajêr, gund û rêbejan girt, ji ber vê mesafeya dîtinê daket heta 50 metroyî.
Li rêbejên ku ji Îdirê diçe Naxçîvan, Qerd û Agiriyê ji ber mijê ajovanan zehmetî kişandin.