Suat Öztürk
03 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2021
Li Qereqoçana navçeya Elezîzê bi hatina payîzê da jinan bi zibare dest bi çêkirina rişteyan kir.
Grûbek jinên ku li taxa Nû (Yenî) ya navçeya Qereqoçanê dijîn, ketine tatêla çêkirina rişteyan.
Jin her roj di nav baxçeyê malekê da hevîrê rişteyan dikin û ji aliyekê va rişteyên ku birîne li erdê ser pîneyekê radixin ku ziwa bibin.
Piştî ku rişte ziwa dibin, dixin pakêtan.
Ji jinên ku rişteyan çêdikin Havva Ozgula 50 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew çêkirina rişteyan ji mezinên xwe hîn bûn û her sal çêdikin.
Ozgulê diyar kir ku ew bi cînarên xwe yên taxê ra seba zivistanê bi zibare rişteyan dibirin û wiha dewam kir, "Li taxa me bi salan e cînartiyeke me ya pir xweş heye. Ji ber ku zivistan nêzîk bû, em bi cînarên xwe ra dicivin, alî hev dikin û rişteyan çêdikin."
Ozgulê got ku çêkirina rişteyan mehekê dewam dike û hem şorbeya rişteyan tê çêkirin hem jî dikeve nav savar.
Ozgulê wiha xeberda, "Em arê xwe eleg dikin, hevîrê xwe dikin. Paşê rişteyan dibirin û seba ziwakirinê radixin. Piştî ku ziwa dibe jî em dibirin û pakêt dikin."