Önder Beyter
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
"Henarê Karakopruyê" ku ji berhemên girîng ên çandiniyê yên Rihayê ye û herwiha bûye mijara stranan, bi nîşaneya erdnîgariyê hat pesendkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Karakopruyê, bi destê Dezgeha Patent û Marqeyê ya Tirk, "Henarê Karakopruyê" li ser navê Rihayê hat tescilkirin.
Şaredarê Karakopruyê Metin Baydilli baxçeyê 200 darên henaran ku ji aliyê şaredariyê hatine danîn, ziyaret kir û henar berhev kirin. Baydilliyê ku berhem kontrol kirin, diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku wan henara Karakopruyê ji bo parastinê da tescilkirin.
Baydilli bal kişand ku henarên navçeyê gelekî mezin û biqalîte ne û wiha dewam kir, "Ji bo ku henarên navçeya me neyên jibîrkirin, em xebatan dikin. Evliya Çelebi di Seyahetnameya xwe da dibêje ku gava ew ji Karakopruyê derbas bû, wî dît ku henarên vê derê oqeyek giran in, wate bi qasî serê mirovekî mezin in. Ev yek jî dide nîşan bê ka henarê Karakopruyê çiqas vedigere berê û herwiha qîmeta wê nîşan dide. Dîsa behsa wê yekê tê kirin ku gava Mûratê 4emîn ji Rihayê derbas dibe, li Karakopruyê henar îkramî wî kirine û wî jî Karakopru pir ecibandiye."