08 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
BÎNGOL
Suzan Avciya dayika 8 zarokan a ku li Çobantaşiya gundê navenda Bîngolê dijî ji bo ku zarên xwe bide xwendin heywandariyê dike.
Ji zarokên Avciyê 2 heb li zanîngehê, 2 heb li lîseyê, 2 heb li dibistana navîn, yek jî li dibistana seretayî dixwînin. Avci ji bo ku zarokên wê bixwînin kedeke mezin dide. Avciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi tena serê xwe 20-30 çêlekan xweyî dike û ji bo perwerdeya zarokên xwe hemû fedariyan dike. Avciyê wiha xeberda:
"Şebeqê di saet 6an da radibim, ji zarokan ra taştê amade dikin. Paşê karên malê dikim û malê didim ser hev. Havînan jî baxçe dajom. Zarok zehf in, hem karê malê dikim hem jî heywanan xweyî dikim. Mast, to, toraqê çêdikim. Min nexwend, ji bo perwerdeya zarokên xwe dixebitim."
- Ji bo perwerdeya zarên xwe dixebite
Avciyê destnîşan kir ku bûye endama koperatîfa ku li gund hatiye avakirin û 12 sal berê bi qirêdiya ku Wezareta Xurek, Çandinî û Heywadariya daye va 2 çêlek kirî ye û paşê hejmara çêlekên wê gihîştiye 20î. Avciyê destnîşan kir ku hin heywanên xwe difroşe û pê hewcedariyên zarokên xwe dibîne û wiha axivî: "Ji bo pêşeroja zarokên xwe hewl didim, hin caran mêrê min jî aliyê min dike."
Abdurrahîm Avciyê (50) mêrê Suzan Avciyê got ku jina wî ji dîtina hewcedariyê zarokan bigre hetanî darên şewitandina malê her karî dike. Abdurrahîm Avci diyar kir ku ew jî havînan di înşaetan da dixebite û car caran jî aliyê xanima xwe dike û wiha pê da çû:
"Xanima min bi pergal dixebite û kedeke mezin dide. Xêncî yekî hemû zarok dixwînin. Ez havînan qasî 2-3 mehan di înşaetan da dixebitim. Paşê jî ji bo heywanan gihê diçinim. Zeviyan dajom, em heywandariyê dikin. Xanima min her tim alîkariyê dide min. Kedeke mezin dide. Zehf jîr e. Heywanan xweyî dike."
- Haja wê ji 8ê adarê tune
Avci got ku haya jina wî ji 8ê adarê ya roja jinan tune û wiha axivî: "Bi xwe nexwendiye ji bo vî jî dixwaze ku zarên me bixwînin. Ez jî alikariyê didimê. 2 zarên me li Zanîngeha Doquz Eylulê ya Îzmirê dixwînin."