Türkan Tosun
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hişkî û cemedê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Ji serê sibê û bi şev hişkiyê çêbibe û car caran jî mij û dumanê çêbibe.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji aliyê başûr rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 2, li Îdir û Erzinganê di bin sifirê da pileyek, li Erdexanê 6, li Qersê 5, li Agiriyê 3, li Erziromê jî 2 pile hat pîvan.
Bi roj jî germahiya herî bilind a hewayê wê li Tunceliyê 19, li Erzingan û Îdirê 18, li Agiriyê 15, li Qers û Erzincanê 14, li Erdexanê jî 10 pile be.
Rayedaran daxuyand bi şev hewa wê sar bibe, hişyarî dan şofêr û cotkaran ku li hemberî qeşa û hişkiyê bila baldar û bi tevdir bin.