Türkan Tosun
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji şofêr û cotkaran ra hişyarî hat dayîn ku ew li hemberî hişkayî û cemedê baldar bin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Ji serê sibê û bi şev hişkiyê çêbibe û car caran jî mij û dumanê çêbibe.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji aliyê başûr rabe.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 2 pile, li Îdirê pileyek, li Erdexanê di bin sifirê da 8 pile, li Qersê û Agiriyê 4 pile, li Erziromê jî pileyek hat pîvan.
Bi roj jî germahiya herî bilind a hewayê wê li Îdirê 21 pile, li Erzinganê 20 pile, li Agirî û Erziromê 17 pile, li Qers û Tunceliyê 16 pile, li Erdexanê jî 10 pile be.
Rayedaran daxuyand bi şev hewa wê sar bibe, hişyarî dan şofêr û cotkaran ku li hemberî qeşa û hişkiyê bila baldar û bi tevdir bin.