İbrahim Atmaca
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
HATAY
Îbrahîm Tahayê 39 salî ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê revî û xwe spart Reyhanliya navçeya Hatayê, hosteyê demir e û ji bo debara xwe ji warîlên kêrnehatî taximên qoltixan çêdike.
Taha li ser xurdeciyan warîlan peyda dike û di rojekê da ji warîlan taximeke qoltixan çêdike. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî qoltixên Taha didin.
Taha taximên qoltixan difroşe gelek dezgehên li Hatayê û êdî dişîne welatên Ereban ên wek Kuweytê jî.
Taha ji bo ku xwe bi sparîşan ra bigihîne 6 kesan li cem xwe dide xebatê û digel taximên qoltixan, rûniştek, sendelî, mangal û dolaban jî ji warîlan çêdike.
Îbrahîm Tahayê bavê 4 zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, wî di serî da ev kar di wexta xwe ya vala da dikir, lê paşê ev kar bû deriyê debara wî.
Taha diyar kir ku ew ji Îdliba bajarê Sûriyeyê hat û li Reyhanliyê bi cih bû û wiha dewam kir, "Min li welatê xwe hesinkarî dikir. Min xwest ez li vê derê jî karê xwe bikim. Min cihek kirê kir û lê karên piçûk kirin. Warîlên ku min ji xurdeciyan kirî, ez dixim taxima qoltixan."
Taha diyar kir, gelek kes taxima qoltixên wî yên ku ji warîlan çêdike, diecibîne û wiha dewam kir, "Min xwest ku vî karî pêş bixim. Warîlên ku ez li ser xurdeciyan peyda dikim, tînim kargeha xwe, wan jê dikim, boyax dikim û pişt ra amade dikim. Min heta niha 100 taxim qoltix firotine. Ez 6 kesan jî li cem xwe didim xebatê û kêfxweş im."
Taha diyar kir ku wî li Hatayê taximên qoltixan firotin gelek dezgehan û wiha dewam kir: "Ez qoltixan li ser medyaya civakî parve dikim. Li ser wê derê diecibînin û sparîşan didin. Herî dawîn min taximeke qoltixan ji Kuweytê ra şand. Ez ê ji bo nanê xwe vî karî bidomînim."