10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ARDAHAN
Li Erdexena germahiya hewayê di bin sifirê da ket 26 pileyî û Gola Çildirê qeşa girt û welatiyan jî li serê çay vexwar.
Seranserê Gola Çildirê ya ku piştî gola Wanê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê gola herî mezin e ji ber hewaya sar qeşa girt.
Mirovên li herêmê jî derketin ser cemeda ku qalindiya wê bi qasî 5 santîmî ye û bi vexwarina çayê jî kêf kirin.
Ji şêniyên herêmê Mertcan Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Gola Çildirê îsal li gor par zûtir qeşa girt. Em jî pê kêf dikin û li serê çay vedixwin.
Zarok jî ji xwe ra li ser gola qeşagirtî bi xizanga dişiqitin û diçîn vî serî û wî serî.
Li peravên golê jî hin gundî cemedê dişkênin û heywanên xwe dibin ser avê.