Önder Beyter
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Bi destê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) û Komeleya Alîkarî û Desthevgirtinê ya Fetîhê (Fetîh-Der) ji bo sivîlên mexdûrên şer ên li Îdliba Sûriyeyê konvoya alîkariyê ku ji 30 wesayîtan pêk tê, hat şandin.
Berpirsê Ofîsa Babel Hewayê ya Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê Yusuf Tunç di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku di çarçoveya konvoya "Hûn tenê nînin" ku ev cara duyemîn e tê lidarxistin da ji bo sivîlên mexdûrên şer 2 hezar koliyên xidayê û ava paqij a vexwarinê hatin amadekirin.

Tunç bal kişand ku ew dixwazin bi alîkariyan va birînên sivîlên mexdûrên şer qenc bikin û wiha dewam kir:
"Di vê sala dawîn da ji ber êrîşên rejima Sûriyeyê yên dijî gundewarên Îdlibê, herî kêm milyonek însan koçber bûn û xwe li deverên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê girtin. Sivîlên ku qet tu tişt bi xwe ra neanîn, bi hatin zivistanê ra jî dê pir zehmetiyê bikişînin. Ji ber vê çendê me jî bi alîkariya Fetîh-Derê konvoyeke alîkariyê ku ji 30 wesayîtan pêk tê, organîze kir."
Serokê Fetîh-Derê Yilmaz Bulat jî diyar kir ku wan ev konvoy organîze kir da ku li hemberî qêrîna bi milyonan sivîlên bêguneh yên di bin bombebaranê da li ber xwe didin, bêdeng nemînin. Bulat herwiha bal kişand ku mirovên xwedîwijdan divê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.
Piştî kutabûna axaftinan, konvoy ji Babel Hewayê ber bi herêma Îdlibê bi rê ket.