İbrahim Atmaca
15 Îlon 2019•Rojanekirin: 17 Îlon 2019
Wêraneyên Aniyê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre û wek "Bajarê Dinyayê", "Hêlîna Şaristaniyan", "Hezar û Yek Dêr" û "Bajarê 40 Derî" jî tê binavkirin, payîzê jî ji aliyê tûrîstên xwemalî û biyanî va tê ziyaretkirin.
Wêraneyên Aniyê dikeve ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê û nêzî Arpaçaya navçeya Qersê ye. Wêrane di salên 961-1045an da paytextiya Xanedana Pakraduniyan kiriye.
Bajarê kevnare di 15ê Tîrmeha 2016an da ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê, tê da berhemên mîmariya Îslamê ya sedsala 11emîn û 12emîn jî hene.
Li herêmê cara ewil sedsala 3yan a beriya mîladê jiyan tê dîtin û paşê li vê derê Tirkên Saka, Qiraltiya Bagratliyan, Eşîra Şedadiyan, Tabegên Gurcî yên Aniyê, Dewleta Xerzemşahan, Îlhaniyan, Şelçûqiyan, Qereqoyuniyan, Akkoyuniyan, Dewleta Osmaniyan û Ûrisan hikmê xwe domandin. Piştî ku ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê gelek tûrîstan berê xwe da herêmê.
Wêraneyên Aniyê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre û wek "Bajarê Dinyayê", "Hêlîna Şaristaniyan", "Hezar û Yek Dêr" û "Bajarê 40 Derî" jî tê binavkirin, payîzê jî ji aliyê tûrîstên xwemalî û biyanî va tê ziyaretkirin. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )
Anî heta niha bûye pêgeha 23 medeniyetan û di heman demê da deriyê navbera Kafqas û Anadoluyê ye.
Tûrsîtên ku payîzê jî tên Aniyê eleqeyeke mezin nîşanî berhemên wek Mizgefta Ebûl Menûcehr, Dêra Amenaprgiç, Katedrala Aniyê, Dêra Dikran Honentz, Dêra Abugamir Pahlavuni didin.
Anika Willimamsona ku bi mêrê xwe Bori Willimamson ra ji Awistralyayê hatin Qersê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew ji bo ku li Tirkiyeyê bigerin hatin û wiha got, "Piştî Stenbolê em hatin Qersê û li Wêraneyên Aniyê geriyan û me pir eciband. Merivên Tirk pir mêvanperwer in."
Ji tûrîstan Mîne Su Canîkogluyê jî got ku ew cara ewil li Aniyê digere û wê bi taybetî şikeftên herêmê pir ecibandin.