Fatih Gazioğlu
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 24 Mijdar 2018
HATAY
Keçika ji Sûriyeyê ya 14 salî a ku di teqîneke li Îdliba bajarê Sûriyeyê da birîndar bûbû û hatibû Tirkiyeyê piştî hat dermankirin gihişt malbata xwe. Keçika ku ev salek û nîv e li Tirkiyeyê bû li Deriyê Sînor ê Yayladagê ya ku li Hatayê ye bi malbata xwe ra hat balhev.

Li gor agahiyan, E.H.Yya keçika Sûriyeyî li Mêrsînê ev salek û nîv bû dihat dermankirin. Keçik, piştî dermankirina wê qediya xwest malbata xwe bibîne û ji bo vê serî li rayedaran da.
Li ser vê daxwazê Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî, Heyva Sor a Tirk û Walîtiyê dest bi xebatê kir. Rayedar di demekê kin da gihiştin malbata wê ya li Sûriyeyê û malbatê anîn Deriyê Sînor ê Yayladagê.

Keçika 14 salî û malbat li vê derê gihiştin hev. Di dema gihiştinê da keçik, malbat û wezîfedarên li cem wan giriyan.
E.H.Yyê got ku ew niha gelekî kêfxweş e û wiha axivî:

"Ez li Îdlibê li rêxê mala xwe ji ber teqînekê, giran birîndar bûbûm. Ez bi tenê anîme Tirkiyeyê. Li vê derê ez hatim derman kirin û şikûr niha jî baş im. Di dema dermankirinê da min herî zêde bêriya malbata xwe kiribû. Ev demeke dirêj bû, min ji wan tu xeber hilnedida û ew nedîtibûn. Min ji rayedaran rîca kir û ew jî bona dîtina malbata min alîkar bûn. Îro ez gihiştim malbata xwe. Ez spasiya hemû rayedaran dikim."
Dayik W.H.Yê jî got ku wê piştî demekê dirêj keça xwe dîtiye û ji ber vê gelekî kêfxweş e û spasiya Tirkiyeyê dike.
Keçik û malbata wê paşê bihevra bizivirine Sûriyeyê.