Önder Beyter
01 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Li Golcuka navçeya Kocaeliyê kudikê hirçê yê ku li daristanê hat dîtin, ekîbên Ormanyayê ku "parqa xwezayî ya herî mezin a Ewropayê ye" xwedî lê derketin.
Li gorî agahiyê, welatiyên ku li daristanê rastî kudikê hirçê yê jihaltekî hatin, agahî dan ekîbên şaredariyê. Ekîbên Ormanyayê yên ku kudikê hirçê wergirtin, kudik birin Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Jiyana Kûvî. Kudikê ku tê texmînkirin du hefteyî ye, ji kontrola tenduristiyê derbas kirin.
Hat ragihandin, rewşa tenduristiya kudikê ku veterîneran bi bîberonê şîr danê, baş e.