Sabri Yıldırım
06 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Laleyên ku bûne sembola Mûşê bi hatina biharê ra Deşta Mûşê sor kirin.
Li Mûşê laleyên ku her sal meha Nîsanê vedibin û 15-20 roj bi şun da diçilmisin, îsal jî bi hatina biharê ra eleqeyeke mezin dibînin.
Li Sosnûta (Karakuyu) gundê Mûşê laleyên ku vebûn deşt sor kirin.
Laleya ku Midûriyeta Giştî ya Hilberîna Nebatan ya Wezareta Çandinî û Daristanê di sala 2015an da bi navê "Mûş 1071" tescîl kir eleqeyeke mezin dibîne. Piştî ku deşt bi laleyan sor û gevez bû ji bo wêneyan bikişînin welatiyan jî berê xwe da kulîlkan.
Mamosteya bi navê Hulya Yalçinê jî xwendekarên xwe ji bo laleyan bibînin li deştê derxist gerê.
Hulya Yalçina daxuyanî da nûçegihanê AAyê wiha got, "Me îro zarokên dibistana xwe anîne vê derê. Deşta Mûşê niha bi laleyan sor dike. Kulîlk vekirine. Kesk e, sor e, zer e. Pir rind e."
Yalçinê destnîşan kir ku emrê laleyan pir hindik e û wiha peyivî, "Çawa tavê vekir em jî hatine vê dera. Piştî du-sê rojan êdî lale namînin. Ji bo zarok jî em jî bibînin em hatin. Pir xweş e, zarokên me pir ecibandin."
Ji welatiyan Abdullah Atilgan diyar kir ku ji Artêta gundê Mûşê hatine vê derê û wiha axivî, "Laleyên sor sîmgeya Mûşê ne û mêvanên xwe ji bo dîtina leyayan aniye vê derê. Bira wêneya bikişînin. Lale her sal li van deran bi xwe hêşîn dibin. Reşandina tov yan jî çandin tuneye. Em jî kêfxweş dibin û tên wêne dikişînin. Emrê laleyan 15-20 roj e, zêde nakişîne."
Ahmet Yildirimê ji şêniyên gundê Sosnûtê jî diyar kir lale derketine û milet ji xwe ra wêneya dikişîne û wiha xeberda, "Her der bûye gul û çîçek, sor bûye, xweş bûye. Ev tenê li vir çêdibe, li dereke din tuneye. Ev der Sosnût e. Ev kulîlk biharê derdikeve û bi qasî mehekê dimîne, lê di pey ra hişk dibe. Tên ji xwe ra wêne dikişînin û kêf dikin. Ji van gulan ra laleya Mûşê dibêjin."