İbrahim Atmaca
05 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku li 5 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, li Qers, Erdexan, Îdir, Agirî û derdorên wê, li bakur û rojhilatê Erziromê ji danê nîvro heta nîvê şevê bi navber barana gur û tavî teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê ya herêmê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 4, li Erdexan û Erziromê 5, li Agiriyê 6, li Îdirê 10 û li Erzincanê 11 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Erzincanê 25, li Îdirê 22, li Agiriyê 21, li Erziromê 18, li Qersê 17 û li Erdexanê 13 pile tê payîn.