Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca,Fatih Çekim,Yusuf Ayas,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul
13 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2025
Li Agirî, Qers û Erdexanê ji ber sir û sermayê çeman cemed, dar û beran jî qiravî girt.
Li Agiriyê germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 18 pile hat pîvan, çeman cemed girt û ji Çemê Mûradê jî perçeyên qeşayê herikîn.
Ji bo ku ji sermaye biparêzin hin welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe.
Por û rihên rêncber û welatiyên ku hatin bazara heywanan jî di sermayê da qiravî girt.
Serma û mijê bandor li navçeyên Bazîd û Xamûrê jî kir.
- Erdexan
Bandora hewaya sar li Erdexanê jî dewam dike.
Li seranserê bajêr li ser rêyan qeşa çebû, hinek çem û golan jî cemed girt.
Li navçeya Goleyê ya ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifire da 24 pile nîşan dan, dar û nebatan qiravî girt.
- Qers
Li Qersê jî sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê de 16 pile hat pîvan, dar û nebatan qiravî girt, Çemê Qersê jî bi qeşayê nixumî.
Li navçeya Akyakayê dar û beran ji ber hewaya sar qiravî girt û dîmenên xweş derketin holê.