Arife Yıldız Ünal
27 Îlon 2021•Rojanekirin: 28 Îlon 2021
Tê pêşbînîkirin, li milên başûr û rojava yên Tirkiyeyê germahiya hewayê îro dê 2-4 pile di ser asta demsalê da be.
Li gorî nirxandinên dawîn ên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro ji bo tevahiya welêt barîna berf û baranê nayê texmînkirin.
Hêla rojhilatê bakurê welêt hewa dê perçe ewrayî û cih cihî jî pir ewrayî be. Tê texmînkirin, li ciyên din jî hewa dê kêm ewrayî û sayî be. Her wisa tê texmînkirin, nîvê şevê li deverên hundir ên Behra Reş a Rojava û Navîn cih cihî dê bûsî çêbe.
Her wisa tê pêşbînîkirin ku germahî li milên başûr û rojava dê 2-4 pile di ser asta demsalê da be, li ciyên mayîn jî di asta demsalê da be.
Ba jî tê texmînkirin ku bi piranî ji hêla bakur, li milên başûr jî ji aliyê rojava û rojavayê başûr nerm û carinan jî nîveqewî were.