Erkan Erdoğan
26 Îlon 2021•Rojanekirin: 27 Îlon 2021
Li Oltuya navçeya Erziromê çemê li Zozanê Karadaxê ji ber sermayê qeşa girt.
Li navçeyê ji ber ku hewa sar e, çemê li zozana ku bilindahiya wê 3 hezar mêtro ye qeşa girt.
Welatiyan gotin îsal zivistan hat û heta niha di meha îlonê da qiravî çênedibû.
Mustafa Koçakê li zozanê heywanên xwe diçêrîne jî got ji ber hewaya sar ew zehmetiyê dikşîne.