Eşber Ayaydın
18 Sibat 2022•Rojanekirin: 19 Sibat 2022
Ji ber ku nesla wan di bin xetereyê da ye keçelhenek li îstasyona li Bîracika navçeya Şanliurfayê tên parastin û paşê ji bo kurk rûnin û zêde bibin keçelhenekan berî çolê didin.
Keçelhenekên li herêmê wekî "nîşaneya ber û bereketê" tên dîtin li Fas û Tirkiyeyê zêde hene. Keçelhenek li Îstasyona Zêdekirina Keçelhenekan a Şeftiya Bîracikê ya Midûriyeta Herêma 3yan a Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî tên parastin. Keçelhenekên di kontrola beytaran da li navendê dijîn goştê bêbez, penêrê bêxoy, hêkên xaşandî, gizêrên hûrkirî û qutê mirîşkan dixwin.

Li îstasyona Bîracikê bi kurkrûniştinê di sala 2011an da 27, di sala 2012an da 33, di sala 2013an da 34, di sala 2014an da 42, di sala 2015an da 52, di sala 2016an da 38, di sala 2017an da 45, di sala 2018an da 64, di sala 2019an da 25, di sala 2020î da 68 û di sala 2021ê da 72 cûcik hatin hildan.
Midûrê Herêma 3yan a Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî Ahmet Çîçek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nesla keçelhenekan di xetereyê da ye, cara ewil di sala 1977an da 2 mak û 9 cûcik hildan parastinê.

Çîçek destnîşan kir ku personelên îstasyonê bi baldarî dixebitin û wiha pê da çû: "Par hejmara keçelhenekên me derket 301ê. Me par 15ê wan par berî çolê dabû. Paşê van keçelhenekan koç kir û çavdêrên li sînorê Îsraîl-Misrê li wê derê tesbît kirin. Înşaellah em ê îsal jî hinekan berî çolê bidin. Bi saya vê neslê keçelhenekan ew ê ji xetereyê xilas bibe."
Çîçek destnîşan kir ku keçelhenek nîşaneya sedeqat û mizgîniya biharê ne û wiha axivî: "Me par 72 cûcikên keçelhenekan mezin kir û hejmara me derket 301ê. Me îsal 301 keçelhenek berî çolê dan. Înşaellah em ê di tîrmehê da vê hêjmarê zêde bikin. Em ê nehêlin ku nesla wan di xetereyê da be."