11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Li Bîracika navçeya Şanliurfayê pîkaba ku paleyên ji Sûriyeyê tê da bûn welgeriya, li gor agahiyên ewil 2 kes mirin û 30 kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, pîkaba bi pîlaqeya 45 DU 822 ya ku ajokarê wê Mehmet O. bû û tê da paleyên ji Sûriyeyê hebûn li nêzîkî çiyayê Aratê li serêbeja Bîracik-Şanliurfayê welgeriya.
Di qezayê da Wefa Mihemed (20) û Sidiqa Mislîm (18) li dewsa bûyerê can dan. 30 pelayên ji Sûriyeyê yên di pîkabê da jî birîndar ketin.
Birîndar bi destê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê va rakirin nexweşxaneyên li Bîracik, Sirûc û Şanliurfayê.
Hat ragihandin ku paleyên ji Sûriyeyê bi pîkabê ji Sirûcê diçûn Bîracikê ku sîran derxin.