Bülent Temiz,Rıdvan Korkulutaş
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2021
Li Bîngolê ji ber barîna berfê rêya 130 gundan hat girtin.
Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navçeyên Karliova, Kîgi, Genc, Solxan, Adakli û Yedisuyê ji ber barîna berfê rêya 130 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û yên şaredariyê xebatên vekirina rêyan didomînin.
Her wisa ji bo ku rêbejaya Erzirom-Bîngolê neyê girtin, ekîbên rêbejayê bi wardiye heta destê sibehê xebitîn.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe û kolanan paqij dikin.