Ferizat Kaya
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
HUMUS
Li çoltera bakurê Humsa di bin êrîşa komên girêdayî rêjimê de ye, bi sedan kes her roj kom dibin û bi hev re fitarê dikin. Komele û saziyên alîkariyê yên li Sûriyeyê di meha remezanê de ji bo mirov bên bal hev û kêfa wan bê, li herêmên cuda yê welêt bernameyên fitarê li dar dixin.
Komeleya alîkariyê ya bi navê "Syria Charity" ku li bakurê Humsa ku ev 4 sal e di bin êrîşa rêjimê de ye, her roj li taxeke cuda ji sedan kesan re bernameya fitarê amade dike.
Ebû Leysê ku bi birayên xwe re beşdarî fitarê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li vira hemû kes tên bal hev, xizan û dewlemend li ser heman sifreyê rûdinên. Xwedê ji kesên bernameyê amade kirine razî be. Organîzasyoneke pir xweş e. Înşallah heta dawiya remezanê dewam bike."