Haydar Şahin
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
AGRI
Derbendê Giyadînê yê li Giyadîna navçeya Agiriyê bi cembelîkên qerase û xemla sipî balê dikişîne.
Derbendê li navenda navçeya Giyadînê ya 50 kîlomêtreyî li dûrî navenda Agiriyê ye bi xemla sipî û xweşikahiyên tebîetê bala ziyaretvanan dikişîne.
Derbendê Giyadînê yê ku wekî "Geliyê Ihlarayê yê Rojhilatê" tê zanîn bi cembelîkên 30 mêtreyî û xêliya sipî va eleqeyê dibîne.
Derbend bi xweşikahiyên tebîetê, dîmenên xweşik û reng û rûyê tebîî va li herêmê bûye navenda eleqeyê, her demsalê xweşikahiyên cuda derdikevin holê û kesên dibînin jî şaş û metel dimînin.