Fatih Gazioğlu
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
HATAY
Walîtiya Hatayê ji bo nûnerên dînan û mezinên bajêr bernameyeke fitarê li dar xist.
Bernameya fitarê li otelekê hat lidarxistin. Serdozgerê Komarê yê Hatayê Ahmet Tekne, Rektorê Zanîngeha Mustafa Kemal Prof. Dr. Hasan Kaya, Alîkarên Walî Orhan Mardînlî, Nursal Çakiroglu, Meral Bati Demirbaş û Aydin Abak, Qaymeqamê Antakyayê Eflatun Can Tortop, Qaymeqamê Defneyê Nevzat Şengok, Fermandarê Cendermeyan yê Bajêr Albay Ugur Ertekîn, Midûrê Ewlehiya Bajêr Kamîl Karabork, Miftiyê Bajêr Hamdî Kavîllîoglu, Nûnerê Cemaeta Ermeniyan Cem Çapar, Serokê Weqfa Ortodoksan Fadî Hurîgîl, Nûnerê Cemaeta Cihûyan Şaul Cenudîoglu, Rahîbê Dêra Ortodoksan Jan Delluler, Serokê Dêra Protestan yê Rûhanî Yakup Chang, Serokê Komelaya Mizgefta Armutluyê Suleyman Mengulluoglu û Serokê Koma Elewiyan Adnan Fatîhoglu beşdarî bernameya fitarê bûn.
Bernameyê bi diayê Hamdî Kavîllîogluyê Miftiyê Bajêr dest pê kir û mêvanan fitara xwe vekir.
Waliyê Hatayê Erdal Ata piştî fitarê axivî û got ku li Hatayê gelek baweriyên cuda û çand bi hezkirin û biratî bi hev ra hereket dikin û dijîn. Walî Ata got Hatay bajarekî qedîm e û wiha dewam kir:
"Ev sifre eynî şibiya mozaîkeke rengîn e. Divê ev sifre ji hemû dinyayê re bibe mînak. Daxwaza min ew e ku ev xweşikî heta qiyametê dewam bike."