Günay Nuh,Yusuf Ayas
31 Adar 2025•Rojanekirin: 01 Nîsan 2025
Li Goleya navçeya Erdexanê berf heliya û Çemê Kûrayê di ser ra avêt.
Li herêmê piştî zivistana dijwar, hewa germ bû û xulexul ket belekiyan. Her wiha bi pê ra jî baran barî. Di encamê da jî ava Çemê Kûrayê zêde bû û beşeke Deşta Goleyê di bin avê da ma.
Li Deşta Goleyê, tanga Pireya Sarmeyê hema hema bû gol.
Li cihên di bin avê da man, çûkên beyanî li qût geriyan.
Li gundên Goleyê Çayirbaşi û Tahtakiranê jî hin dever di bin avê da man.