Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren
31 Adar 2025•Rojanekirin: 01 Nîsan 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê û li navçên Tunceliyê Ovacix û Pulumurê li cihên bilind berf barî.
Li navenda navçeya Sariqamîşê serê sibehê şilope û li cihên bilind jî berf barî.
Çiyayên li dewrûbera navçeyê yên Allahuekberê, Agbaba û Kumruya Mezin spîçîl bûn.
Ji xeynî vê, li navçeyê li cihên av gol bû, çûkên beyanî li qût geriyan.
- Tuncelî
Li navçeyên Tunceliyê Ovacix û Pulumurê jî taviya baranê ya bi şev barî, ber destê sibehê li cihên bilind vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra raqmên 3 hezarî yên çiyayên Munzur, Mercan, Meydan, Bûyer û Helê spî bûn.
Çiyayên di bin mij û dûmanê da dîmenên sipehî derxistin holê.