Günay Nuh
21 Îlon 2022•Rojanekirin: 27 Îlon 2022
Li Erdexanê berhevkirina sêvên sor yên ku hundirê wan jî wek qalikê wan sor e dest pê kir.
Li navçeya Posofê sêvên bi navê "Sêva Posof-Badeleyê" ya ku 3 sal berê îşareta erdnîgariyê hilda ji hêla kêm cotkaran va tê gihandin.
Taybetmendiya van sêvan ev e ku hundirê wan jî wek qalikên wan sor e.
Berhevkirina van sêvan dest pê kir ku dema ew 2 hefte disekinin hundirê wan jî sor dibe û paşê ew tên firotin.

- "Îsal bi bereket e"
Şaredarê Posofê Cahît Ulgar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand par hilberîna sêvan kêm bû, lê îsal bi bereket e û wiha axivî: "Ji bo baş bigihêjin divê em hinekî dîsa bisekinin. Lê niha darên me tijî sêv in. Wê heyameke bibereket be."
Cotkar Adnan Bozyîgît jî got ev cure sêv li gor şert û mercên demsalê diguhere û wiha axivî: "Dema avûhewa li gor wê be hundirê wê sor dibe, şert û mercên demsalê ne li gor wê be hundirê wê spî dimîne an jî kêm sor dibe."
Cotkar Şemsettîn Ozgen jî got îsal darên sêvan tijî ne û hilberîn zêde ye.