Kemal Özdemir,Muhammet Mutaf
17 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2022
Li Erzincanê 10 darbenîşt ji hêla Enstîtuya Lêkolînên Daristanvaniyê ya Rojhilatê Anadoluyê wekî "dara abîdeyî" hatin tescilkirin ku bên parastin.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê ji bo tescilkirin û parastina darên abîdeyî xebatên xwe didomîne ku li herêma ku lê ye wekî mîrata xwezayî tê qebûlkirin û di çand, dîrok û folklora herêma xwe da xwedî cihekî taybet e.

Şêniyên gundê Aşagiumutluyê yê 65 kîlometre dûrî navçeya Kemaliyeyê ji ser Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) serîlêdan kirin da ku emrê 10 darbenîştên li tanga goristana gund bê tesbîtkirin û bên parastin.
Li ser serîlêdanê ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê û Enstîtuya Lêkolînên Daristanvaniyê ya Rojhilatê Anadoluyê peywirdar çûn herêmê û xebata tesbîtkirina emrê daran kirin.
Pisporan di encama pîvanên xwe da tesbît kirin ku ev dar 602, 621, 622, 662, 669, 675, 677, 702, 801 û 1002 salî ne û dikevin çarçoveya dara abîdeyî.

Piştî kutabûna miemeleyan darbenîşt wekî "dara abîdeyî" tescil kirin û hildan bin parastinê.
Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Daristanvaniyê ya Rojhilatê Anadoluyê Selamî Oksuz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, darên tescilkirî yên ku li qada ew jê berpirsiyar in dimînin, ji hêla gelê herêmê wekî pîroz tên qebûlkirin û parastin.
Endazyarê bilind ê daristanê Mehmet Ali Başaran jî wiha xeberda, "Ev darbenîşt, darên herî pîr in darbenîşt in. Heta niha li Entabê darbenîşta herî pîr hatibû tesbîtkirin ku ew jî 601 salî bû. Emrê van daran di navbera 602 û 1002yan da ye. Lewma jî ez bi hêsanî dikarim bêjim ku ev 10 darbenîşt, darbenîştên herî pîr ên Tirkiyeyê ne."
