Önder Beyter
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ERZINCAN
Ava madenê ya ku li Kargeriya Ava Bimîneral a Erzinganê ya Heyva Sor a Tirk tê hilberîn, ji xeynî bazara nava welat ji 21 welatî ra tê îxrackirin.
Kargeriya Ava Bimîneral a Erzinganê ya Hevva Sor a Tirk ji ber ku di meha remezanê da teleb zêde bûye, kapasîteya xwe ya hilberînê 3 qat zêde kir. Bi hilberîna ava madenê ya li vê derê va hem pêwîstiya ava madenê ya gel tê dabînkirin û hem jî bi pereyê ava madenê va alîkariya mezlûman tê kirin. Kargeriya Ava Bimîneral a Erzinganê rojane ji 17 cure berheman milyonek û 500 hezar şûşeyî tijî dike.
Heyva Sor a Tirk bi dahata ava madenê ya vê derê ku ji xeynî Tirkiyeyê ji bo 21 welatî tê îxrackirin va birînên mezlûmên li 43 welatan dipêçe. Dezgeh bi salan e bi durişma "Dema hûn vedixwin bi kêrî yên din jî tê" va vê kevneşopiya xwe didomîne.
Serokê Şaxa Erziganê ya Heyva Sor a Tirk Halim Ferît Bayata ji peyamnêrê AAyê ra got ku di warê mîneralan da ava madenê ya Heyva Sor pir zengîn e û di meha remezanê da bi taybetî jî ava madenê ya xwerû û bilîmon tên tercihkirin.
Bayata destnîşan kir ku di meha remezanê da teleb pir zêde bûye û ji bo ku ew jî xwe pê ra bigihînin, wan kapasîteya xwe ya hilberînê zêde kir û wiha dewam kir:
"Hilberîna me bi hemû kapasîteya xwe didome. Li kargeriya me rojê 3 vardiya hilberîn tê kirin û di her vardiyeyê da jî qedera 500 hezar şûşe tê tijîkirin. Ev jî rojane bi temamî dike milyonek û 500 hezar şûşe. Em bi vê kapasîteya xwe va di xizmeta welatê xwe û dinyayê da ne."
Bayata bal kişand ku ew 17 cure avê hildiberînin û wiha dewam kir, "Ava me ya madenê ya bimîneral rê li ber hezimnekirina ku piştî fitarê ji ber xwarina zehf derdikeve holê digire. Em pêşniyaz dikin ku însanên me di fitarê da ava me ya madenê ya xwerû û bilîmon vexwin da ku kêmasiya wan a xwê, mîneral, hesin û magnezyumê çênebe."