Talha Koca,Abdullah Söylemez,Günay Nuh
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 29 Hezîran 2023
Li Erzirom, Agirî û Erdexanê welatiyên dema qurban şerjê dikirin xwe birîndar kirin, çûn nexweşxaneyan.
Li Erziromê di roja ewil a Eyda Qurbanê da welatiyan tekbîr anîn û qurbanên xwe serjê kirin.
Hin welatiyên dema qurban serjê kirin xwe birîndar kirin, serî li servîsên bilez ên nexweşxaneyan dan.
Li navçeya Xoresanê canege lingê qesab Mehmet Taş pêpes kir û lingê wî şikênand. Taş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wî pir hewil da ku cihekî xwe birîndar neke, lêbelê heywan derbe lê xist û lingê wî şikênand.
Li Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê lingê Taş hildan alçiyê.
Taş wiha axivî, "Ez 10 sal eqesab im, lê hê gelek tişt hene divê hîm bibim. Ne bi tenê derbên kêran, divê meriv li hemberî derbeyên heywanan jî baldar be."
Hin kes piştî temambûna tedawiyê bo malên xwe hatin şandin, hinek jî di bin mişahedeyê da hatin girtin.
- Agirî
Li Agiriyê li selexaneya şaredariyê qurban hatin serjêkirin. Hin kesên dema qurban serjê kirin xwe birîndar kirin, çûn servîsên bilez ên nexweşxaneyan û tedawî bûn.
Li bajêr hin qurbanên revîn jî bi hewla welatiyan hatin girtin.
Îbrahîm Yilmazê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê hat tedawîkirin, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, gava qurban dihat serjêkirin, wî qiloçê heywan girtibû û ew ji destê xwe birîndar bû.
- Erdexan
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê jî 6 qesabên ecemî hatin tedawîkirin.
Alîkarê Serhekîm Oguzhan Tugrul ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, berî nîvro 6 qesabên ecemî yên rewşa wan ne pir cidî ye serî li nexweşxaneyê dan.