Osman Bilgin
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 29 Hezîran 2023
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê şekir û loqim li welatiyên ji bo Eyda Qurbanê diçin ziyareta goristanan belav kir.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî goristanan di nav aramiyê da ziyaret bikin amadehî temam bûn.
Ekîbên Şaredariya bajarê mezin şekir û loqim dan welatiyên ku tên goristanan.
Li ber Goristana Yenîkoy Asriyê standek hat danîn, welatî bi qolonye, şekir û loqiman hatin pêşwazîkirin.