Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Muhammet Mutaf
10 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê hewaya sar li ser jiyana rojane bi tesîr e.
Li deverên bilind ên Erziromê rijnebaranê ciyê xwe ji berf û hewaya sar ra hişt.
Germahiya hewayê di bin sifirê da 4 pile hat pîvandin û hinek rê û peyarêyên bajêr jî qeşa girtin.
Camên wesayîtan cemed, dar û devî û ciyên rûniştinê yên li parqên bajêr jî qeşa girtin.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê sitûriya berfê 16 santîm hat pîvandin.

- Qers
Li Qersê jî ji ber hewaya sar dar, devî û nebatan qeşa girtin û sivêrnekên mal û avahiyan jî şembelîk girtin.
Rêya ji Qersê ber bi Erzirom, Îdir û Erdexanê va diçe jî di bin mijê da ma û mesafeya dîtinê kêm bû.

- Erdexan
Li Erdexanê germahiya hewayê di bin sifirê da daket 7 pileyî û camên wesayîtan jî cemed girtin.

- Tuncelî
Li Pulumur û Ovacixa navçeyên Tunceliyê jî ji ber hewaya sar hinek çeman cemed girt.
Ji ber mija ket erdê li navçeyan mesafeya dîtinê kêm bû.