Cüneyt Çelik
10 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2022
Li ser rûyê Gola Çildirê ya ku dikeve ser sînorê Qers-Erdexanê û rûberê wê 123 kîlometrekare ye û her wiha gola ku duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê ye, bi tesîra sir û seqemê tebeqeyên cemedê çêbûn.

Li bajarê Qersê yê ku li herêmê bajarên herî sar e, germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 8 pileyan.
Piştî barîna berfê, bi tesîra sir û seqemê ciyên nêzîkî qeraxê yên Gola Çildirê qerimîn.
Li ciyên neqerimî yên golê jî werdek û çivîkên reşbeşe li qût geriyan.

Ertan Taşdemirê ku li ser golê xizekvaniya hespan dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, hindik ma gol bi temamî biqerime û wiha got, "Germahiya hewayê di bin sifirê da gava dadikeve 14-15 pileyan beşeke mezin a golê diqerime. Niha qilçên golê qerimîne. Gava germahiya hewayê dakeve, gol dê bi temamî biqerime û em ê welatiyan bi xizekên hespan li ser golê bigerînin."