Hilmi Tunahan Karakaya
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2023
Li Erziromê ji ber ku tavî û teyrokê lê kir, av bi erdê ket.
Li bajêr nîvrokî ji nêşkêva baran barî.
Ji ber barana ku li navenda bajêr û deverên bilind bandora xwe zêde kir û tayrok barî, li hin kuçe û kolanan av bi erdê ket.
Bi taybetî ji ber ava ku di binê pire û kêleka rê kom bû şofêran nekarî bi rehetî herin.
Ekîbên polêsan li navçeya Yakutiyeyê ji ber ku av di binî da kom bû Pireya Azîziyeyê demekê ji wesaîtan ra girtin. Piştî av bi vîdanjoran vala kirin, rê dîsa hat vekirin.