İbrahim Atmaca
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
ERZURUM
Li gor texmînê li Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok û zîpikê bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li hemû herêmê hewa ewrayî ye û dibe ku ji nîvro pê va baran bibare.
Li gor texmînê baran û zîpik wê herî zêde li Erzirom, Erdexan, Qers û Agirî der û dora wê bibare.
Li herêmê germa hewayê herî kêm li Îdir û Agiriyê 19, li Erzincanê 20, li Erziromê 17, li Erdexanê 11, li Qersê 13 pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde wê li Erzincanê 33, li Îdirê 32, li Agiriyê 29, li Erzirom û Qersê 28, li Erdexanê 25 pile be.