Önder Beyter
24 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Li bajarê şaristaniyê Mêrdînê armanc ew e asta ku di turîzmê da hat bidestxistin, bi balona hewaya germ va bêtir were pêşxistin.
Li Mêrdîna bajarê pêkvejiyanê ku çand, ziman û dînên cuda lê bi hev ra bi biratî dijîn, sektora turîzmê çar demsal çalak e.
Li bajarê xweşbîniyê Mêrdînê ku par ligel turîstên ji bo rojekê, 3 milyon ziyaretvan ezimand û îsal jî tê pêşbînîkirin ku dê heya dawiya salê 5 milyon turîstî biezimîne, xizmeta tûrên balonên hewaya germ, geştiyaran cezb dike. Wate turîzma balonê, eleqeya ji bo bajêr germtir û zêdetir kir.
- "Em Bilid Dibin Mêrdîn"
Bi projeya ku bi destê Walîtiya Mêrdînê bi diruşma "Em Bilind Dibin Mêrdîn" hat cîbicîkirin va turîstên ku dixwazin ji esman bajarê dîrokî temaşe bikin, li Bajarê Antîk Darayê li balonan siwar dibin û bi firê dikevin.
Li bajêr di 90 firînên ku di 4 mehan da pêk hatin da 2 hezar û 500 kesî Mêrdîn ji esman temaşe kir.
- "Operatorên tûran rezervasyonên cidî dikin"
Berpirsê kordînasyona firîna balonan Omer Kafkas di daxuyaniya xwe ya ku da peymnêrê AAyê da diyar kir ku li Mêrdînê turîzma balonê bi xwe ra kelecanî anî.
Kafkas bal kişand ku Mêrdîn bajarekî wiha ye ku ji hêla berhem û berateyên dîrokî û çandî ji bo firînên balonê guncan e û wiha got, "Di pêkanîna hedefa Mêrdînê ya 5 milyon turîstî da ciyekî pir girîng ê balonê dê hebe."
Kafkas bal kişand ser girîngiya firînên balonê di sektora turîzma bajêr da û wiha axivî, "Qadeke wiha ye ku bandora xwe ya li ser hemû sektoran jinişkêva nîşan da û herwiha bi xwe ra kelecanî anî. Ji ber vê çendê jî ji bo Mêrdînê jî xwedî wateyeke mezin e. Îja em dibînin ku telebeke zêde heye. Ji destpêkê bigire heta niha operatorên tûran rezervasyonên cidî dikin."
- "Ji bo dîtina vê xweşikahiyê me bi şev da ser rê"
Derya Safi ku li Elezîzê mamostetiyê dike, diyar kir ku ev cara yekemîn e li balonê siwar dibe û lewma jî pir bikelecan û xweş derbas bû.
Safiyê diyar kir ku ji esman dîtina ciyên dîrokî yên bajêr, hesteke pir xweş û wiha dewam kir, "Ji bo dîtina vê xweşikahiyê ji Elezîzê me bi şev da ser rê. Menzere pir xweş û newaze ye. Ez pêşniyazî herkesî dikim. Herwiha ez kesên ku ev xebat kirin jî pîroz dikim."