Nihat Kavşut
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2017
VAN
Bi saya Navenda Jiyaneke Bêasteng ya bi destê Şaredariya Gurpinarê hat vekirin kêmendam tevlî jiyana aborî û civakî dibin.
Bi saya navenda îsal hat vekirin welatiyên astengiyên wan yên curbecur hene derfet û îmkanê dibînin ku tevlî jiyana aborî û civakî bibin.
Li navendê bi alîkariya Midûriyeta Perwerdeya Gel di 3 atolyeyan da perwerdeya seramîk, dar, boyaxkirina keviran, çêkirin kevirên bibêhn, ferenc û çêkirina xişlan tê dayîn.
Li navendê wek mayîn dersa muzîkê didin û bi destê personelên pispor kêmendam ji rêbazên nû yên dermankirina fizîkî îstifade dikin.
Osman Dogramaciyê Qaymeqamê Gurpinarê û Wekîlê Şaredariyê daxuyanî da û destnîşan kir ji bona kêmendam tevlî jiyanê bibin dixebitin û got ev wezîfeya her kesî ye.