Sıraç Karadeniz
01 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê gundiyên li gundê Kayalarê bi kaşûnên ji daran çêkirine, xwe li ser berfê dişemitînin.
Gundiyên li gundê Kayalarê bi kaşûnên ku ji dara reşedarê çêdikin xwe ji pal û berpalan da dişemitînin.
Gundî bi qayîş û kapan kaşûna ku jê ra dibêjin "liyan" dikin piyê xwe, li hev kom dibin û bi hev ra bi kaşûnê kêf dikin.
Gava gundî li hev kom dibin û xwe li ser berfê dişemitînin dîmenên xweş derdikevin holê.
Qaymeqamê Şemdînliyê Yunus Emre Akpinar jî îsal beşdarî kaşûna gundiyan bû.
Yunus Emre Akpinar bi gundiyan ra xwe şemitand û govend girt.