12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
BITLÎS
Li Tatwana navçeya Bidlîsê ji ber berf û bagerê gundî qasî 3 saetan di rê da man, ekîbên paqijkirina rê gundî xilas kirin.
50 kesên di 15 wesayîtan da di rêya Benekliya ku 10 kîlometreyî dûrî navçeyê ye di rê da man, rêwiya gelekî hewl dan lê belê wesayîta xwe ji ciyê ku asê bûye dernexistin.
Li ser vê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û yên şaredariyê gihîştin hewara gundiyan piştî xebateke ku saetekî ber xwe da gundî xilas kirin.
Wesayîtên ku ji ber bagerê di berfê da asê mabûn bi alîkariya wesayîtên kar va hatin derxistin û ekîban gundî oxirê gundê wan kirin.
Abdullah Şîpanê ku di rê da mabû got ku xetereyeke mezin ser wan ra derbas bû û bi saya ekîban ji cemidandinê xilas bûn.