01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HAKKARÎ
Midûriyeta Şaxa Polîstiyê ya Piştgiriya Giştî ya Midûriyeta Ewlehiya Hekariyê xebatek da destpêkirin ku bê pere kursa ezmunên YGS û LYSyê bidin ciwanan.
Li gor xebata midûriyetê projeyeke bi navê "Asoyên Ronî Didin-3" hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 13 mamoste li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Seyyîd Tahayê dersê didin 100 xwendekaran û ji bo ku ew di ezmunên YGS û LYSyê de serkeftî bibin bê pere kursê dibînin.
Wali Cuneyt Orhan Toprak ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew hewl didin ku zarok û ciwan di nav civakê de bibin şexsên kêrhatî û biserkeftî perwerdeya xwe bidomînin.
Toprak got ku ew zarokan dibin li bajarên wek Çanakkale Stenbol, Enqere û Îzmirê ku ew li wir bi zarokên din re hevdu nas bikin û hevaltiyê bi wan re bikin.
- Xwendekar ji kursê kêfxweş in
Xwendekar Betul Ege got ku him ew û him jî malbata wê ji ber vê kursê kêfxweş in û wiha axivî: "Mamosteyên me alîkariya me dikin. Em sipasiya Midûriyeta Ewlehiyê dikin ku ev derfet dane me."
Bayram Kaya jî got ku li kursê ew baş perwerde dibin, ji bo ku ew serkeftî bibe çi ji destê wî tê ew dike û pir dixebite.