07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
HAKKARÎ
Hakkarîgucu tîma jinan a Hekkariyê ye û bi serkeftinên xwe va balê dikişîne ser xwe.
Hakkarîgucu li Hekkariyê nêzî 8 sal berê ava bû û 25 fitbolîstên wê hene û di 2yemîn Lîga Jinan a Federasyona Fitbolê a Tirkiyeyê (TFF) gûrba 2yemîn da dileyîze, bi serkeftinên xwe va behsa xwe dide kirin.
Hakkarîgucu grûb di rêza duyemîn da temam kir û mafê beşdarbûna play-offê bi dest xist. Hedefa tîmê ew e ku di Lîga 1emîn a Jinan da bajêr temsîl bike.
Antrenora tîmê Cemîle Tîmurê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema avakirina tîmê da ew rastî tengasiyan hatin.
Tîmurê got, "Me di serî da tengasî kişandin. Lewra anormal tê dîtin ku keçek fitbolê bileyîze, şort li xwe bike." û wiha dewam kir:
"Her kesî pîroz kir ku keçên me serkeftî bûn û heta 2yemîn Lîga Jinan a TFFyê derketin. Li bajarê me ev rewş êdî normal tê dîtin. Em vê gavê tu tengasiyê nakşînin. Êdî jin tên fitbolê temaşe dikin, malbatên fitbolîstên me tên fitbolê temaşe dikin. Ev jî ji bo me pir girîng e."
Aysel Edîş 8 sal in di tîmê da dileyîze. Edîşê got ku kesên ku berê bertek nîşanî me didan, vê gavê piştgiriyê didin me û wiha dewam kir: "Dema ku me fitbol dileyîst, bertek nîşanî me didan û digotin 'jin dê çawa fitbolê bileyîze', me jî guh nedida kesî. Em û hevalên xwe ji hev ra bûn destek û me fitbol leyîst."