08 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erdexanê di bin sifirê de 12 pile hat pîvan.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê ewrawî û ewrsayî be. Li giştiyê welêt serê sibê û êvarê qeşa, mij û dûmanê çêbibe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Tunceliyê 5 pile, li Erzinganê di bin sifirê de 5 pile, li Îdirê di bin sifirê de 2 pile, li Qers û Erziromê di bin sifirê de 9 pile, li Agiriyê di bin sifirê de 11 pile, li Erdexanê jî di bin sifirê de 12 pile hat pîvan.
Di nav rojê de germahiya hewayê herî zêde li Tunceliyê wê 16 pile, li Erzinganê 13 pile, li Îdirê 11 pile, li Qers û Erziromê 4 pile, li Agirî û Erdexanê 3 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 42 santêm, li Qersê 5 santêm û li Erziromê jî 3 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da ku bila welatî ji ber şepeyê baldar bin.