Haydar Şahin
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2020
Li gundên Mûşê yê li ciyên bilind qalindahiya berfê gihîşt 2 mêtreyan, ji ber vê hin xanî di binê berfê da man.
Li Yukariyongaliya gundê 50 kîlomêtre li dûrî navenda Mûşê hin xanî û tewle di binê berfê da man. Welatiyan berfa li ser û dora xaniyên xwe paqij kirin.
Berf her çiqasî di jiyana gundiyan da tengasiyan derxe jî ji bo zarokan bû şahî. Zarokan di nav berfa li ber malan kom bûye da têra dilê xwe lîstin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ya Mûşê hemû rêyên di nav gund da vekirin, ciyên ku makîne nediketin jî jî bi destê welatiyan hatin vekirin.
- "Xaniyên yekqatî di nav berfê da winda bûn"
Ahmet Çamtosunê ji gundê Yongaliya Jorîn daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku berfeke giran li gundê wan barî.
Çamtosun destnîşan kir ku berfa zêde dibare demekê şûnda dibe êşkence û wiha axivî: "Em 7 mehan di nav berfê da ne. Hewa zehf sar dibe. Em bi bêran rêya xwe vedikin. Hin xanî ji xwe di nav berfê da xuya nakin."
Nurettîn Omar jî diyar kir ku xaniyên yekqatî yên li gund di nav berfê da xuya nakin û wiha pê da çû: "Dema berf dibare karê me giran dibe. Berf hetanî ser xaniyan bilind bûye. Em rêyên di nav gund da bi bêran vedikin. Ji ber ku kuçe teng in makîne nikarin tê da bixebitin. Her kes pêşiya derê xwe paqij dike."