Abdullah Tel
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2020
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku zivistan bi zor û zehmetî dewam dike kesên heywanên wan hene zêdetir dixebitin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji warên ku zivistan lê bi zehmetî derbas dibe yek jî navçeya Ovacikê ye lewra berfa ku carcaran dibare tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Stûriya berfê ya li navçeyê ji navê zêdetir e û kesên heywanên wan hene ji bo têrkirina wan zêdetir hewl didin û dixebitin.

Malbatên li Taxa Pulurê û Navend Kandolar û gundên dor û berê pez û heywan xwedî dikin serê sibehê zû radibin û ewilî berê xwe didin axirê.
Heywandar berfa li ser ban û ber derê axirê kom bûye paqij dikin, paşê jî ji loda gihayê ku di mehên havînê da dabûn ser hev texe derdixin dikin mêfirên heywanan û datînin ber pezên xwe.
Xwediyên heywanan ji aliyekî jî ji bo pez û dewarên wan tî nemînin di sir û seqemê da diçin ser kaniyan û bi satilan avê ji heywanên xwe ra tînin.

Ji xwediyên heywanan Umut Yarar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber barîna berfê kar û barên wan bi zehmetir dibe û wiha pê da çû: "Li Ovacikê zivistan bi zehmetî derbas dibe. Ev hefteyek e car caran berf dibare. Piştî demeke kurt wê mêşinên me bizên û berxê bên. Ji ber ku zivistane û berf zêde ye di çûn û hatina axiran da em zehmetiyê dikişînin. Malên me bi qasî 5 kîlomêtro dûrî axirê ne. Heywanên me ji bo me deriyê debarê ne û em mecbûr in bi wan ra eleqedar bibin."
Gulseren Yararê jî got ku malbata wê debara xwe bi heywandariyê dike û ragihand ku zivistan ji bo wan zor û zehmet e lewra kar û barê wan li gor demsalên din zêdetir dibe.